ROJAVA | HSD: Tirkiye bi navbeynkariya Îranê dixwaze bi Samê re hevdîtinan pêk bîne

19 April 2019 12:03 0 dîtin
ROJAVA | HSD: Tirkiye bi navbeynkariya Îranê dixwaze bi Samê re hevdîtinan pêk bîne

PeyamaKurd – Berdevkê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mistefa Balî ragihand ku piştî têkbirina rêxistina terorê ya DAIŞê hê jî fişarên rêxistinê didomin. Balî, “Tirkiye bi navbeynkariya Îranê dixwaze bi rejîma Sûriyê re hevdîtinan pêk bîne.”

Mistefa Balî ji medya Kurdistanê re axivî û diyar kir ku di navbera Moskowa, Enqere û Tehranê de hevdîtinên sê alî têne meşandin û ev hevdîtin ne li gorî gavên ku têne xwestin ji bo çareserkirina pirsa Sûriyê ne û agahiyên ku ji Astanayê derdikevin jî ne li gorî berjewendiyên gelê Sûriyê ne.

‘TIRKIYE DIXWAZE BI NAVBEYNKARIYA TEHRANÊ LIGEL ŞAMÊ DANÛSTANDINAN BIKE’

Mistefa Balî diyar kir, ku agahdariyên wan hene ku Tirkiye dixwaze bi navbeynkariya Îranê ligel Şamê danûstandinan bike.

Balî wih axift, “Mixabin Rûsyaya k udi balansa siyaseta cîhanî de xwedan rol , ne li gorî berjewendiyên ku li Sûriyê tê xwestin liv û tevger dike. Rûsya ji bo rêkeftinên demkî bi Tirkiyê re rêkeftinên ku nakokiyê ku pêkhateyên Sûriyê têxin xetereyê pêk tên. Herî dawî rojev û nîqaş li ser Idlib û Efrînê ye. Li gorî zanyariyan li ser radestkirina Idlibê tê axaftin. Ev ne gavên çareseriyê ne.”

‘DAIŞ BI TEMAMÎ HÊJ NEQEDIYAYE’

Bali piştî têkbirina DAIŞê û proseya piştî wê jî axivî û got, DAIŞ, weke hêzeke tundrew hêj bi dawî nebûye, "di çarçoveya şopandina şaneyên razayî, têkoşîna bi DAIŞê re dewam dike. Ji aliyê din ve HSDê pêvajoya xweperwerdekirinê û şopandina çeteyên DAIŞê dewam dike."

JI BO DAIŞIYÊN RADESTKIRÎ DU PÊŞNIYAR HATIN KIRIN

Li ser ser çarenivîsa DAIŞiyên radestkirî jî Balî got ew hêzeke leşkerî ne. Balîyî wiha dewam kir:

“Desteya Karûbarên Derve têkilî bi alî û dweletên peywendîdar datîne û ez bawer im dê çareyek ji vê re jî were dîtin. Du rêyên çaresriyê hene. Yek, divê dewletên peywendîdar bila werin çeteyên xwe radest bigirin û li welatê xwe dadgeh bikin. Dudu, eger ev yek zehmet be wê demê dewletên peywendîdar û Koalisyona Navdewletî bi alîkariya Neteweyên Yekbûyî (NY) dikare dadgehe taybet ji bo dadgehkirina çeteyên DAIŞê li Rojavayê Kurdistanê bê damezirandin.”