Rojava | ‘Tirkiye bi qutkirina ava Hesekê dixwaze vîrusa korona belav bibe’

25 March 2020 15:50 0 dîtin
Rojava | ‘Tirkiye bi qutkirina ava Hesekê dixwaze vîrusa korona belav bibe’

PeyamaKurd - Tevgera Civaka Demokraîk (TEV-DEM) rawestandina stasyona Elok û qutkirina avê li ser bajarê Hesekê şermezar kir û ragihand, dewleta Tirk bi qutkirina ava stasyona Elok dixwaze vîrûsa korona li herêmê belav bibe. 

Di daxuyaniya TEV-DEMê de hatiye gotin, qutkirina avê li ser şêniyên Til Temer, Hesekê û gundewarên wê karekî ne exlaqî ye û diyar kir ku dewlta tirk bi vê yekê avê li ser milyonek kesî qut dike, herwiha koçberên di kampan de jî ji vê yekê zerarê dibînin.

Di daxuyaniya TEV-DEMê de girîngiya avê ji bo xweparastina ji vîrûsa koronayê hat bibîrxistin û hat gotin, dewleta tirk bi xwînek sar hewl dide ev vîrûs di nava gel de balav bibe.

Piştî qutkirina ava sentrala Elok li Rojhilatê bajarê Serê Kaniyê ji aliyê Tirkiyê ve, Fona Alîkariya Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) li ser mijarê daxuyanî da û ragihand ku qutkirina avê zarok û malbatên wan dixe xeteriyek ku nayê qebûlkirin.

UNICEFê got: "Carek din stasyona Elokê ya li bakur û rojhilatê Sûriyê hate rawestandin.Qutkirina avê xebatên pêşlîgirtina belavbûna vîrusa koronayê sînordar dike û zarok û malbatên wan dixe xeteriyek ku nayê qebûlkirin. Şûştina destan li dijî nexweşiya Covid-19 pêwîstiyeke girîng e."

UNICEFê diyar kir: "Divê heta rojekê zarokek bê ava paqijî nejî. Ava paqij û şûştina destan jiyanê rizgar dike. Bikaranîna avê ji bo destkeftiyên siyasî û leşkerî nayê qebûlkirin. Di serî de zarok azarên vê yekê dikşînin."