Rojava | Li basûrê Hesekê operasyon: 54 kes hatin girtin
PeyamaKurd – Hate ragihandin ku tîmên Asayîşê yên girêdayî Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) li başûrê bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê operasyona ewlehiyê pêk anî.
Li gorî zanyariyên xwecihî, di operasyona li başûrê Hesekê de 54 tawanbarên dizî, êrîş û kuştinan hatin destgîrkirin.
Di operasyona ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayîş) li Hesekê daye desptêkirin de, digel desteserkirina 54 kesan, herwiha miqdarek çek jî bi wan re hatine girtin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin