Kalin dîsa gefa operasyonên nû li Rojavayê û Basûrê Kurdistanê xwar
PeyamaKurd – Berdevkê Serokkomariya Tirkiyê Îbrahîm Kalin dîsa gefa operasyonên nû li Rojavayê Kurdsitan û Başûrê Kurdistanê xwar û diyar kir, “Li Sûriye û Iraqê ez bi taybetî dibêjim navê wan çi be bila bibe, PYD, YPG, HSD çi nav li xwe dikin bila bikin her pêkhateyeke PKKê, ji bo me armancên rewa ne. Li cihê ku me guncav dît em ê biçin û operasyona xwe pêk bînin.”
Îbrahîm Kalin, şeva 15ê Nîsana 2023an beşdarî bernameyeke televîzyonî bû û derbarê mijarên di rojevê de axivî.
Kalin da zanîn, wan heta niha çendîn car ji Amerîkayê re gotine ku piştevaniya ew li Rojavayê Kurdistan û Sûriyê didin hêzên Kurdî yên PYD û YPGê xelet e û got: “Lê aliyê beramber (Amerîka) her tim hewil da argumanekê li dijî vê çêbike, lê biserneketiye ji ber ku ti aliyê mantiqî û rastî yê vê argumana wan nîne ku bê parastin.”
Di berdewamiyê de Kalin gefa operasyonên nû bo ser Rojavayê Kurdistan û Başûrê Kurdistanê xwar û eşkere kir, “Li Sûriye û Iraqê ez bi taybetî dibêjim navê wan çi be bila bibe, PYD, YPG, HSD çi nav li xwe dikin bila bikin her pêkhateyeke PKKê bo me armancên rewa ne. Em ê nirxandina xwe ya derbarê gefa niştimanî de bikin û li cihê ku me guncav dît em ê biçin û operasyona xwe pêk bînin. Me her demekê ev yek ji wan re (Amerîka) gotiye. Bi gotina Serokkomarê me em ê bixwe navika bibirin.”
Berdevkê Serokkomariya Tirkiyê destnîşan kir, di polîtîkaya Sûriyê de 3 armanc û prensîbên wan ên sereke hene û got: “Ya yekem parastina ewlehiya sînoran û rûbirûbûna terororê ye. Dû vegera koçberan, lê ev vegerandin divê bi daxwaza wan, li gor rûmetê û bi awayek ewle be. Ev jî mirov in. ji şerekî reviyane û hatine. Dema li Sûriyê şert û merc asayî çêbûn û hem di warê ewlehiya mirovî hem jî di warê aborî de keşûhewayekî aram çêbû ev mirov dê dest bi vegerê bikin.”
Herî dawî Kalin got, mijara sêyem jî rêvebirina proseyên li jor e û got: “Bo mînak em bibêjin me bi zorê an jî bi awayekî 500 hezar an milyonek 2 milyon ji van (koçber) bêyî ku karek baş li ser bê kirin û şertûmerc guncav bibin razî kirin û şandin. Milyonek mirov çûn. Rejîma Esed cardin dest bi êrîşa van kir. Wê çi bibe? Yan ev ê cardin bên ber deriyê Tirkiyê û em ê rûbirûyî drameke mirovî bibin an jî wê tiştek xerabtir bibe û şerê navxwe kûrtir bibe. Ji wê derê wê gelek rêxistinên terorî û gefên terorî derkevin û careke din bên û me bibînin. Ji ber wê jî bêyî ku gef derkeve holê tu neçarî destêwerdanê di wê de bikî.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin