Rêjîma Sûriyê dîsa gefa nehistina statuya Rojavayê Kurdistanê dixwe
PeyamaKurd – Wezareta Karên Derve rêjîma Sûriyê, careke din dijberiya xwe li dijî statuya Rojavayê Kurdistanê nîşan da û gefa nehiştina Rêveberiya Rojava xwar.
Wezareta Karên Derve ya Sûriyê diyar kir, ew statuya ku ji bo “bakur û rojhilatê Sûriyê” (Rojavayê Kurdistanê) hatiye danîn (qesta wê Rêveberiya Xweser e), ji bo lawazkirina Sûriyê hatiye danîn û Amerîka bi rêya wê yekê, rê dide Tirkiyê da ku zêdetir derbasî nav Sûriyê bibe.
Herwiha Wezaretê gefa wê yekê jî xwariye, her gava deverên di destê terorîstan de hatin rizgarkirin, ew ê li hember “dijminên hundir” de jî bi ser bikevin.
Ev çendîn car e rêjîma Sûriyê gefa nehiştina statuya Rojavayê Kurdistanê dixwe.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin