Li Siwêda ya Sûriyê dîsa xwepêsandan: Banga pêkanîna madeya 2254 hat kirin
PeyamaKurd – Li meydana Kerema ya bajarê Siwêda ya Sûriyê cardin xwepêşandan hate lidarxistin.
Di xwepêşandanê de, banga çaresariya siyasî bo krîza Sûriyê hate kirin û hate xwestin, madeya 2254 a Neteweyên Yektbûyî were pêkanîn.
Xwepêşanderan pankartên guhertina siyasî û pêkanîna biryara 2254an a Neteweyên Yekbûyî vekirin û gotin, "Gelê Sûriye yek e" û "Mafê min e bi ewlehî û aştî bijîm".
Hêjayî gotinê ye, xwepêşandanên Siwêdayê ji 17ê Tebaxa 2023yan ve dewam dikin ku gelê Siwêdayê banga hilweşandina rejîma Sûriyê û azadkirina girtiyan jî dike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin