Rojava | Li Kampa Holê operasyon: Hejmarek kes û çek hatin desteserkirin

16 December 2023 01:59 0 dîtin
Rojava | Li Kampa Holê operasyon: Hejmarek kes û çek hatin desteserkirin

PeyamaKurd - Li Kampa Holê ya li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê, hejmarek kesên dixwestin tevlîheviyê çêkin hatin desteserkirin.

Asayîşa Rêveberiya Xweser ragihand ku wan di encama operasyoneke li beşên 6 û 8 ên koçberên ji Sûriyeyê yên li Kampa Holê de, hejmarek kes desteser kirine.

Hate diyarkirin ku wan kesan dixwest di nav kampê de tevlîheviyê çêbikin.

Asayîşê da zanîn ku di nav kesên hatine desteserkirin de jin jî hene û wan dest daniye ser hinek çek, bombe û kemerên bombekirî.

Hêjayî gotinê ye, li Kampa Holê bi qasî 55 hezar koçber û malbatên çekdarên DAIŞê dimîn û wekî kampa herî xeter a cîhanê tê zanîn.