Li Rojava operasyona hevbes: Organîzatorê revandina DAISîyên Kampa Holê hat desteserkirin

15 December 2022 22:02 0 dîtin
Li Rojava operasyona hevbes: Organîzatorê revandina DAISîyên Kampa Holê hat desteserkirin

PeyamaKurd – Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) bi daxuyaniyekê eşkere kir ku di operasyoneke ewlehiyê ya ligel Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê de kesekî ku revandina malbatên çekdarên DAIŞê ji kampa Holê bi rêxistin dikir, li gundewarê rojhilatê Hesekê hatiye desteserkirin û miqdareke çek pê re hatiye girtin.

Di daxuyaniyê de hatiye gotin: "Yekîneyên Antî Teror yên girêdayî hêzên me, bi hevkariya Koalîsyona Navneteweyî roja Sêşema borî (13ê Kanûnê) operasyoneke ewlehiyê li gundewarê rojhilat ê Hesekê li dar xist.

Di operasyonê de YATʹê terorîstek girt ku endamekî tûra revandina malbatên endamê rêxistina ʹDAIŞʹ a terorîst ji kampa Holê ye. Her wiha çek ji endamên terorîst re peyda dikir.

Di operasyonê de miqdareke çek, alavên leşkerî û telefon ên ku li gel wî hatin dîtin, hatin desteserkirin:

1-Çetek klashinkov

2-Rexteke leşkerî

3-Miqdareke çerçûr û cebilxane

4-Hejmareke telefonên destan."