Rojava | Li dijî operasyona Tirkiyê banga hevbes

15 December 2018 13:54 0 dîtin
Rojava | Li dijî operasyona Tirkiyê banga hevbes

PeyamaKurd - 13 Partiyên Rojavayê Kurdistanê di bin banê Hevbendiya Demokrat a Kurd li Sûriyê (HNKS) li dijî gefên Tirkiyê yên operasyonê daxuyanike hevbeş dan.

Di daxuyaniya ku li Qamişlo piştî civîna HNKSê hat ragihandin de, tê gotin, gefên Tirkiyê cidî ne û hikûmeta Erdogan ne tenê partiyeke siyasî armanc dike, lê belê armanca wê doza gelê Kurd e, loma pêwîst e tevgera siyasî ya Kurdî nakokiyên partîtî bide alî û bi şêweyekî bilez li hev bicive.

Di daxuyaniya hevbeş de ji raya giştî re hat diyarkirin: “Gefên Tirkiyê ragihandina cengekê ye. Gefên Tirkiyê di bin erêkirineke navdewletî de têne xwarin.”

Sekreterê Partiya Demokrat a Pêşverû a Kurd li Sûriyê Ebdilhemîd Hecî Derwêş jî beriya niha bangek belav kiribû û daxwaz kiribû, roja 20 vê mehê tevahiya hêz, partî û kesayetên serbixwe li hev bicivin û li dijî gefên Tirkiyê helwesteke hevbeş ragihînin.