Ji Kremlînê daxuyaniyeke nû li dijî operasyona Tirkiyê ya ser Rojava
PeyamaKurd – Piştî daxuyaniyên Nûnerê taybet ê Serokê Rûsyayê ji bo Sûriyê Alexander Lavrentiev ên li dijî operasyona muhtemel a Tirkiyê li ser Rojavayê Kurdistanê, Berdevkê Kremlînê Dmitriy Peskov jî îro 15ê Hezîranê di civîna heftane ya rojnamevanî de bersiva heman pirsê da.
Peskov li ser pirsa rojnamevanan a plana operasyonê ya Tirkiyê li ser Rojavayê Kurdistanê û hêzên Kurd diyar kir, “Em nafikirin ku ev operasyona taybet, alîkariyê bide îstiqrar û ewlehiya Sûriyê.”
Hêjayî bibîrxistinê ye, Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, di demên dawî di bi awayekî eşkere behsa operasyoneke nû dike û li gorî daxuyaniyên opozîsyona çekdar a Suriyê ku bi ser Tirkiyê ve ye jî amadekariyên operasyonê bi taybet ji bo Minbic û Til Rifat hatine kirin û ew li benda fermanê ne.
Li aliyê din Tirkiyê hewl dide di civînên Astana yên îro li Nûr Sultan a Kazaxistanê dest pê kirine jî aliyên Rûsya û Îranê bi vê operasyona ku dixwaze bike razî bike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin