Blinken: Em li dijî operasyona Tirkiyê ne û pistevaniya xetên agirbestê dikin
PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken, piştî civîna wezîrên derve yên welatên endamên NATOyê ligel Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg civîneke rojnamevanî li dar xist.
Antony Blinken di civîna rojnamevanî de, derbarê operasyona muhtemel a Tirkiyê bi ser Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê de jî daxuyanî dan û got, “Li Bakurê Sûriyê em dijî her tevgereke leşkerî ne û em piştevaniya parastina xetên agirbestê dikin.”
Blinken herwiha diyar kir, “Her operasyoneke nû ya Tirkiyê li bakurê rojhilatê Sûriyê aramiya herêmê têk dide.”
Li ser mijara firotina F-16an bo Tirkiyê jî Blinken da xuyakirin, firotina F-16an derveyî endîşeyên Tirkiyê yên derbarê endambûna NATO ya welatên Fînlanda û Swêdê ye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin