Lavrov dijî operasyona Tirkiyê derket, Miqdad jî mercê hevdîtina ligel Enqerê eskere kir
PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov û Wezîrê Derve yê Sûriyê Feysel Miqdad, îro 23yê Tebaxê li Moskowê hevdîtinek pêk anîn û piştre jî di civîneke hevbeş a rojnamevanî de daxuyanî dan.
Lavrov li ser îhtimala operasyoneke nû ya Tirkiyê li bakurê Sûriyê û li dijî Rojavayê Kurdistanê got ku operasyoneke nû nayê qebûlkirin û diyar kir: “Divê rê neyê dayîn ku operasyonên leşkerî yên nû li bakurê Sûriyê dest pê bikin.”
Lavrov herwiha da zanîn: “Ya girîng ew e ku rê nedin çalakiyên leşkerî yên nû, li ser esasê prensîbên siyasî yên ku berê di têkiliyên navbera Sûriyê û Tirkiyê de hebûn, bi rêyên dîplomatîk lihevkirinek pêk were.”
Tenê mercekî Sûriyê heye...
Wezîrê Derve yê Sûriyê Feysel Miqdad jî li ser mijara lihevkirin û destpêkirina danûstandinê ligel Tirkiyê diyar kir, ji bo pêwendiyên ligel Enqerê ji nû ve werin danîn, pêwîste pêşî Tirkiye ji nav erda Sûriyê hêzên xwe vekişîne û got, “Em ti pêşmercekî danaynin ber Tirkiyê, tenê divê dagirkeriya Tirk a li Sûriyê bidawî bibe.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin