Îran li dijî operasyona muhtemel a Tirkiyê derket û lihevkirinên Astanayê bibîr xist
PeyamaKurd - Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Seîd Xetîbzade, bersiva pirsa operasyoneke nû ya leşkerî ya Tirkiyê bi ser Sûriye (Rojavayê Kurdistanê) û Iraqê de da û got, ew li dijî kiryarên leşkerî yên li ser axa welatên din in û lihevkirinên civînên Astanayê yên bo Sûriyê bibîr xist.
Xetîbzade di civîneke rojnamevanî de li Tehranê got, Tehran li dijî her cûre operasyonên leşkerî û bikaranîna hêzê ya li nav axa welatên din e û diyar kir, ew tê wateya binpêkirina yekparçeyiya ax û serweriya niştimanî ya wan welatan ku dê bibe sedema aloziyan.
Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Seîd Xetîbzade herwiha da xuyakirin: “Komara Îslamî ya Îranê têdigihe nîgeraniyên ewlehî yên Tirkiyê, lê tekez dike ku çareseriya wan, tenê bi riya diyalog, pabendbûna bi rêkeftinên dualî bi welatên cîran re û lihevhatinên ku di li Astanayê pêk hatine pêk tê.”
Seîd Xetîbzade diyar kir: “Ezmûnên salên borî nîşan dane ku bikaranîna hêza leşkerî li dijî welatên din, alîkarîya çareserkirina kêşeyan ligel wan nekiriye, lê belê wê kêşeyan li herêmê zêdetir û aloztir bike.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin