Sinyala çalakiya muhtemel a Îsraîl li dijî 'Îranê'!
PeyamaKurd – Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Îsraîl Katz nameyek pîrozbahiyê ji Wezîrê Berevaniya Amerîkayê yê nû tayînkirî Pete Hegseth re şand û tê de îşaret bi çalakiyên muhtemel ên li dijî Îranê di mehên pêş de kir.
Katz baweriya xwe bi hevkariya Amerîka û Îsraîlê anî ziman û got:
"Îran û şirîkên wê tehdîdkirina îstiqrara navçeyî û cîhanî didomînin. Mehên pêş me kêşeyên ku ji bo pêşdebirina armancên xwe yên stratejîk pêwîstî bi amadebûna leşkerî û derfetan dikin."
Katz got ku Îsraîl amade ye rûbirûyê Îranê bibe, bi taybetî li ser lawaziyên binesaziya navokî ya Tehranê.
Katz bal kişand ser alîkariya leşkerî ya berdewam a Washingtonê ji bo Îsraîlê, di nav de radestkirina balafirên şer ên F-35 û F-15-EX û Katz got:
"Piştgiriya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê di dema şer de hêz û girîngiya hevkariya me ya berevaniyê radixe ber çavan û îsbat dike ku dema em bi hev re bisekinin em bihêztir in."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin