Îran: Em li dijî operasyona leskerî ya Tirkiyê li nav Sûriyê ne

08 October 2019 13:55 0 dîtin
Îran: Em li dijî operasyona leskerî ya Tirkiyê li nav Sûriyê ne

PeyamaKurd - Wezareta Derve ya Îranê dijîtiya xwe li hember êriş û operasyona Tirkiyê li ser Rojavayê Kurdistanê nîşan da.

Wezareta Derve ya Îranê li ser gef û êrişên Tirkiyê li ser Sûriye û Rojavayê Kurdistanê daxuyaniyek belav kir. Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku êriş û operasyona serbazî ya Tirkiyê dê bibe sebeba malwêraniyê ji ber wê jî Îran li dijî her cure operasyonên serbazî ye li nav xaka Sûriyê de.

Îranê bang li Tirkiye kiriye hurmeta yekrêzî û serweriya Sûriyê bigire û bi rêjîma Sûriyê re li ser esasê ‘Rêkeftina Edenê’ dest bi diyalogê bike.

Rêkeftina Adana, meha Cotmeha sala 1998an di navbera Tirkiye û Sûriyê û li dijî ‘terorê’ hat îmzekirin. Ew rêkeftin herî zêde li dijî hebûna PKKê hat îmzekirin. Ji ber wê jî çend rojan beriya ku rêkeftin were îmzekirin, serokê PKKê Abdullah Ocalan, ku wê demê li Sûriyê bû, ji wî welatî derket û pêvajoya girtina wî dest pê kir.