Pakistanê li dijî sîxûrên Îranê operasyonan da destpekirin
PeyamaKurd - Pakistanê dest bi girtin û binçavkirina çekdarên koma milîşe ya Zeynebiyûm a girêdayî Pasdarên rejîma Îranê ku li Sûriyeyê ji bo berjewendiya rejîma Îranê çalakiyan dikin kir.
Koma milîşe ya Zeynebiyûm, ji kesên Pakistanî ku ji alî Pasdaran ve têne perwerdekirin û li Sûriyeyê têne bikaranîn pêk tê.
Hate ragihandin ku endamê Zeynebiyyûm Seyîd Mihemed Mêhdî ku di 2019an de bi tawanên ku hewla kuştina alimekî olî yê Sunnî daye û beşdarî kiryarên terorîstî bûye, ji aliyê polîsê Pakistanê ve hatiye girtin, ji ber sûcên wî nehatine mîsogerkirin, di heman salê de serbest hatiye berdan.
Hêzên Dije-terorê yên Pakistanê bi daxuyaniyekê ragihand ku Seyîd Mihemed Mêhdî di operasyoneke li bajarê Qereçoxê de hatiye girtin. Dijî Terorê Mehdî bi armanckirina melayên Pakistanî û sîxurtiya rejîma Îranê tawanbar kir.
Li gor daxuyaniya Dije-terora Pakistanê Mêhdi, agahiyên ku bi lêkolînên li ser armanckirina payebilindên Pakistanî berhev kirine û van agahiyan bi du kesên bi navê Seyyid Riza Caferî û Abid Riza re parve kiriye.
Mêhdî her wiha bi endamtiya Koma milîşe ya Zeynebiyyûn û tevlîbûna êrîşa kuştina Dadwerê Dadgeha Bilind a Pakistanê û alimê olî Teqî Osmanî û gellek bûyerên terorî tê sûcdarkirin.
Alimê olî Teqî Osmanî, ji hewla kuştinê bi awayekî mûcîzeyî rizgar bûbû, lê belê di êrîşê de 2 pasevanên wî canê xwe ji dest dabûn.
Hêzên Dije-terorê ya Pakistanê her wiha ragihand ku piştî girtina Seyîd Mihemed Mêhdî, hêzên wan û polêsên Pakistanê, li dijî koma Zeynebiyyûmê dest bi pêla opeparsyonan kirine.
Tê payîn ku Wezîrê Derve yê Pakistanê Celîl Ebas Cîlanî hefteya bê pêşwaziya hevtayê xwe yê rejîma Îranê Hisên Emîr Ebdullahiyan bike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin