HSD: Me Operasyona Sondê li dijî sîxûrên Tirkiyê da destpêkirin
PeyamaKurd – Fermandariya Giştî ya HSDê bi daxuyaniyekê diyar kir, hêzên wan operseyoneke nû bi navê Operasyona Sondê li dijî sîxûrên Tirkiyê dane destpêkirin û heta niha 36 kes ku di şaneyên sîxurtiyê de cîh digirtin û zanyarî didan Tirkiyê hatine desteserkirin.
Li gor daxuyaniya HSDê: “Dewleta Tirkiyê bi hemû hêza xwe dixwaze aramî û ewlehiya herêmên Sûrî bi giştî û bi taybet jî Bakur û Rojhilatê Sûrî hedef bike. Armanca xwe ew e ku bê istiqrarî û kaosê çêbike, bi vî awayî jî zemîn û şertên dagirkeriyê ava bike.”
Herwiha di daxuyaniyê de hat eşkerekirin, Tirkiye bi piştîgiriya xwe ya ji bo DAIŞê û herwiha bi çêkirina torên sîxuriyê, hewl dide navçeyên di bin kontrola HSDê û Rêveberiya Xweser de ne aram bike û bandora xwe li wan cihan zêdetir bike.
HSDê di berdewamiyê de da zanîn, Artêşa Tirkiyê û saziyên wê yên ewlekariyê di navçeyên me de xebateke berfireh a çêkirina sîxur û ajanan dimeşînin.
HSDê destnîşan kir, li hember vê siyaseta dijminahî û qirêj a hikûmeta Tirkiyê, ev demeke HSDê tevî alîkariya saziyên ewlekariyê xebateke berfireh dimeşîne û ev xebat bi aramî, bi awayekî veşartî û bi asteke profesyonel tê meşandin.
HSDê diyar kir, li dijî torên sîxuriyê yên Tirkiyê hêzên wan operasyonek nû bi navê Operasyona Sond dest pê kirine û ragihandiye, operasyon li bajarên Qamişlo, Til Temir, Heseke, Şeddadê, Dêrazor, Reqa, Minbic, Til Temir û Kobaniyê hatiye pêkanîn.
Herwiha HSDê da zanîn, di encama operasyonê de heta niha 36 kesên ku di van şaneyên sîxurtiyê de cîh digrin, ji aliyê hêzên wan ve hatine desteserkirin.
Herî dawî HSDê eşkere kiriye, destê wan kesan di kuştin û armanckirina gelek şervan û fermandarên wan de hebû û zanyarî dane Tirkiyê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin