Ji Kremlînê daxuyaniya operasyona Tirkiyê ya ser Rojavayê Kurdistanê

06 June 2022 19:02 0 dîtin
Ji Kremlînê daxuyaniya operasyona Tirkiyê ya ser Rojavayê Kurdistanê

PeyamaKurd – Berdevkê Kremlînê Dmitriy Peskov, ragihand ku wê di serdana roja Çarşemê ya Wezîrê Derve yê Rûsyayê bo Tirkiyê de, operasyona muhtemel a Tirkiyê bi ser ser Rojavayê Kurdistanê de jî bê axaftin.

Peskov li ser pirsa rojnamevanan a derbarê bihêzkirina çeperên şer li dorûbera bajarên Rojavayê Kurdistanê ji aliyê Tirkiyê diyar kir ku wê di serdana wezîrê derve ya roja Çarşemê de bi îhtimaleke gelekî mezin ew mijaran bê axaftin.

Berdevkê Kremlînê got: “Di vê mijarê de şîroveyê nakim. Li vir ya ku behsa wê tê kirin erdên Komara Ereb a Sûriyê ne. Artêşa welatekî dikare qadên li ser erdên xwe çawa bixwaze bihêz bike.”