HSD û Asayîsa Rojava bi hêzeke 6 hezaran li Kampa Holê operasyoneke berfireh dan destpêkirin
PeyamaKurd – Hêzên Sûriye Demokratîk û Asayîşa Rojavayê Kurdistanê ji ber zêdebûna tevger û tawanên malbatên DAIŞê li kampa Holê, operasyoneke berfireh a ewlehiyê li nav kampê da destpêkirin.
Hat ragihandin ku Hêzên Asayîşê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) îro berbangê li derdora kampa Holê belav bûn û ji bo operasyonên ewlehiyê derbasî nav kampê bûn.
Li gorî çavkaniyên xwecihî, 6 hezar endamên hêzên Rojava beşdarî operasyona li kampê dibin bi mebesta bandora DAIŞê ya nav kampê bi dawî bikin.
Berpirsê Navenda Ragihandina HSDê Siyamend Elî ragihandiye ku operasyonên ewlehiyê ji ber zêdebûna asta tevgerên malbatên çekdarên DAIŞê di kampê de û rêxistinbûyîna jinên DAIŞî hate destpêkirin.
Siyamend Elî gotiye, ev operasyon li ser banga şêx û rûspiyên eşîrên herêmê hatiye destpêkirin da ku xeteriya vê kampê li ser herêmê û li ser cîhanê sînordar bike.
Kampa Holê li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê ye ji ber bi deh hezaran malbatên DAIŞê tê de dimînin, li cîhanê wekî kampa herî metirsîdar tê zanîn ku gelek caran bûyerên kuştinê tê de rû didin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin