Asayîsa Rojava li nav Kampa Holê rastî êrîsê hat

19 December 2021 16:39 0 dîtin
Asayîsa Rojava li nav Kampa Holê rastî êrîsê hat

PeyamaKurd - Bendeke hêzên Asayîşa Rojavayê Kurdistanê ya li nav Kampa Holê, rastî êrîşa komekê hat û di encamê de koçberekî Iraqî birîndar bû.

Hat ragihandin ku hejmarek kesên nenas doh 18ê Kanûnê êrîşî Beşa 1 li nav Kampa Holê ya li rojhilatê bajarê Hesekê kirine û koçberekî Iraqî jî birîndar kirine.

Li gorî çavkaniyên xwecihî, êrîşkaran bi 4 guleyan koçberê Iraqî birîndar kirine û piştre ew ji bo nexweşxaneya gel a bajarê Hesekê hatiye veguhestin.

Herwiha çekdarên nenas hevdem êrîşî xala asayîşê ya li her du Beşên 1 û 2 yên nava kampê jî kirine û hîn ziyanên wê êrîşê nehatine zanîn.

Li Kampana Holê bi deh hezaran malbatên DAIŞê dimînin û ji destpêka 2021ê ve zêdetirî 100 buyerên kuştinê li nav Kampa Holê çêbûne ku piraniya qurbaniyan jî koçberên Iraqî ne.