Asayîsa Rojava li Kampa Holê 14 çekdarên din ên DAISê girt
PeyamaKurd – Hêzên Asayîşa Rojavayê Kurdistanê operasyona “Mirovî û Ewlehiyê” ya li Kampa Holê destpê kirine di roja xwe ya 9an de berdewam dike.
Li gor Asayîşê diyar kir, hêzên wan do li Kampa Holê 14 çekdarên din ên ji şaneyên DAIŞê girtine.
Navenda Ragihandina Giştî ya Asayîşê daxuyaniyek li ser bîlançoya roja 8an belav kir û got, hêzên wan 14 çekdarên ji şaneyên DAIŞê girtin.
Herwiha hat ragihandin, 14 konên çekdaran ji bo cihên perwerdê bi kar dianîn rakirin û 7 rextên leşkerî û 7 telefonên destan jî ketinên destê endamên Asayîşê.
Asayîşê di berdewamiyê de destnîşan kir: “Di lêpirsînên bi çekdaran re li xwe mikur hatin ku bombe û madeyên teqemeniyê veşartine. Hêzên me bi operasyoneke taybet xwe gihand cihên ku ew tişt lê veşartin. Ew cih dûrî kampê bi 100 metreyî bû û tê de 13 bome, gelek cebilxaneyên qilêşê, 15 kîlo TNT û pêdiviyên çêkirina teqemeniyan dîtin û girtin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin