Rojava | Ji Hevpeymaniyê operasyona daxistina leskerî: Emîrên Iraq û Sûriyê hatin desteserkirin
PeyamaKurd – Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê, li bakurê bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê û gundekî nêzîkî Serêkaniyê operasyoneke bi daxistina leşkeran ji helîkopteran pêk anî.
Li gorî ragihandina Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) di encama operasyona ku doh di saetên sibehê de hatiye kirin de, du fermandarên DAIŞê hatine desteserkirin.
SOHRê eşkere kiriye ku fermandarên DAIŞê yên hatine desteserkirin, yek ji wan emîrê Iraqê bûye û yê din jî emîrê Sûriyê bûye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin