Rojava | Hevpeymaniyê bi 50 TIRan sewqîyata leskerî kir
PeyamaKurd – Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê ku Amerîka pêşengtîya wê dike, bi ser Herêma Kurdistanê de, karwaneke din a sewqîyata alavên leşkerî şand baregehên li Rojavayê Kurdistanê.
Çavdêriya Mafên Mirovan li Sûriyê (SOHR) bi zarê çavkaniyên xwe ragihandiye, karwaneke hevpeymaniyê ya ji 50 barhilgiran (TIR) pêk tê û alavên leşkerî û lojîstîkî di wan de ye, ber bi baregeha Tel Bayder a parêzgeha Hesekê bi rê ket.
Hêjayî bibîrxistinê ye, hevpeymaniyê di nav meha Tebaxê de, dîsa alîkariyên bi 35 TIRan şandibûn û li baregehên xwe yên Rojavayê Kurdistanê bicih kiribûn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin