Bi 46 barhilgiran sewqîyata leskerî bo Rojavayê Kurdistanê hat kirin
PeyamaKurd – Hevpeymaniya Navdewletî ya dijî DAIŞê ku Amerîka pêşengiya wê dike, karwaneke din a leşkerî ji ser Başûrê Kurdistanê ve ji Rojavayê Kurdistanê re şand.
Li gorî çavkaniyên herêmî, hevpeymaniyê bi karwaneke ji 46 barhilgiran pêk tê, sewqîyata leşkerî bo baregehên xwe yên li Rojavayê Kurdistanê kir.
Hate diyarkirin ku karwana leşkerî ya ji çekên giran, sotemenî, alavên lojîstîkî û leşkerî pêk dihat ji ser Herêma Kurdistanê ve deriyê Ew Welîd derbas kir û derbarê erda Rojavayê Kurdistanê bû. Hat zanîn ku karwan ber bi baregehên Hesekê yên Amerîkayê ve çûye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin