Hevpeymaniyê ji bo baregeha li Rojavayê Kurdistanê sewqîyata leskerî kir

01 September 2021 15:39 0 dîtin
Hevpeymaniyê ji bo baregeha li Rojavayê Kurdistanê sewqîyata leskerî kir

PeyamaKurd – Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê ku Amerîka pêşengiya wê dike, karwaneke din a alavên leşkerî û lojîstîkî şand Rojavayê Kurdistanê.

Li gorî nûçeya ajansa fermî ya rejîma Sûriyê SANAyê, karwana hevpeymaniyê ji ser deriyê Tanfê de derbas bûye û alîkariyên leşkerî gihandine baregeha xwe ya li Rojavayê Kurdistanê.

Hat diyarkirin ku karwana hevpeymaniyê ji 24 barhilgirên sergirtî pêk dihat û ji nav Qamişlo ber bi Rimêlanê ve bi rê ketiye.

Herwiha SANAyê di nûçeyeke xwe de gotiye, doh 31ê Tebaxê li Dêrazorê êrîşeke moşekî li dijî baregeha Amerîkayê pêk hatiye ku piştî wê hêzên hevpeymaniyê ketine amadebaşiyê.