Li Rojava tevgera leskerî: Balafir û dronên hevpeymaniyê rabûn!
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku balafirên şer û balafirên bêpîlot ên Hevpeymaniya Navdewletî li herêmên bajarê Dêrazorê yên di bin kontrola HSDê de, rabûn û firînên nizm pêk anîn.
Li gorî zanyariyên ji herêmê gihîştine PeyamaKurdê hat ragihandina ku balafirên şer û balafirên bêpîlot ên Hevpeymaniya Navdewletî li herêmên bajarê Dêrazorê yên gundewaran û navenda bajêr ên di bin kontrola HSDê de, firînên nizm pêk anîn.
Hat zanîn ku ew firîn li rojava û rojhilatê gundewarên Dêrazorê hatine kirin ku di demên dawî de, agahiyên bihêzkirina binkeyên Supaya Pasdarên Îranê hatibûn belavkirin.
Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) jî çend roj berê ragihandibû ku Supaya Pasdarên Îranê li gundewarên Dêrazorê mewziyên xwe bihêz kirine.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin