Li ser sînorê Rojava û Rihayê tevgera leskerî
PeyamaKurd – Hat ragihandin, îro li ser sînorê navçeya Kaniya Xezalan (Akçakale) ya Riha û Rojavayê Kurdistanê tevgereke leşkerî ji aliyê artêşa Tirkiyê ve dest pê kiriye û ala Tirkiyê li ser wesayîtên zirxî hatiye bilindkirin ku derbasî sînor bibin.
Li gorî nûçeyên medya tirk, ew tevgera leşkerî ji bo duyemîn dewriyeya bejahî ya leşkerên Amerîka û Tirkiyê ye ku tê çaverêkirin li demeke nêzîn ew gera çavderiyê ya hevbeş li ser sînorê Rojavayê Kurdistanê bê gerandin.
Heta niha ji dema rêkeftina 7ê Tebaxê ya Amerîka-Tirkiye û HSDê ve, di çarçoveya mekanîzmeya hevbeş a Amerîka-Tirkiyê de, 6 caran dewriyeyên esmanî û carekê jî dewriyeya bejahî hatibû gerandin.
Tê pêşbînîkirin îro yan jî sibe dewriyeya hevbeş a leşkerî bi hêzên Amerîka û Tirkiyê bê gerandin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin