Vîdeo | Li sûna YPGê Ala Meclîsa Leskerî li ser sînorê Rojava-Tirkiye hat hildan
PeyamaKurd – Piştî avêtina gavên bo rêkeftina herêma ewle di navbera Amerîka-Tirkiye û HSD/YPGê de, hêzên YPG û HSDê tevî çekên giran ji ser sînor vedikişin û li şûna wan jî meclîsên leşkerî yên wan herêman tên danîn.
Herwiha di vê çarçoveyê de, al û flameyên YPGê yên dorûbera Girê Spî hatin rakirin û li şûna wan jî Ala Meclîsa Leşkerî ya Girê Spî hat hildan ku wek hêzeke asayîşa navxwe hatiye avakirin.
Şervanên Kurd bi çekên xwe yên giran ve ji deverên sînorî vedikişin.
Heta niha ji dema destpêkirina rêkeftina navbera Amerîka-Tirkiye û HSDê ve, di çarçoveya mekanîzmeya hevbeş a Amerîka û Tirkiyê de, 6 caran dewriyeyên esmanî û carekê jî dewriyeya bejahî hatiye gerandin ku tê çaverêkirin îro yan sibe dewriyeya duyem a bejahî bê kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin