Meclîsa Leskerî ya Minbicê: 4 servanên me di êrîsa dronê ya Tirkiyê de can dan

14 June 2023 22:40 0 dîtin
Meclîsa Leskerî ya Minbicê: 4 servanên me di êrîsa dronê ya Tirkiyê de can dan

PeyamaKurd - Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ku bi ser Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ve ye, ragihand ku 4 şervanên wan di bombebarana artêşa Tirkiyê de hatine kuştin.

Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku dema şervanên wan xwestine du zarokên birîndarên topbarana artêşa Tirkiyê rizgar bikin û bibin nexweşxaneyê rastî êrîşê hatine.

 Meclîsa Leşkerî ya Minbicê daye xuyakirin: “Îro danê sibê dewleta Tirk bi obîsan gundên ewle yên Minbicê bombebaran kir. Di encama bombebaranê de 2 zarok birîndar bûn. Li vir komek şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê bi qehremanî û lehengî destwerdan kirin û her du zarokên birîndar rakirin nexweşxaneyê.”

Di dewamê de hatiye gotin: “Lê dagirkeriya ku her tim qanûnên mirovî û yên navneteweyî binpê dike bi deronan êrîşek pêk anî û şervanên me yên ku dixwestin wan zarokan veguhezînin nexweşxaneyê kir armanc. Û di encamê de 4 şervanên me şehîd bûn û 2 jî birîndar bûn.”

Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk jî li ser bûyerê ragihand ku ew dê têkoşîna xwe berdewam bikin û gelê xwe biparêzin.