Meclîsa leskerî ya Minbicê: YPG ji Minbicê derketiye!

05 July 2018 09:48 0 dîtin
Meclîsa leskerî ya Minbicê: YPG ji Minbicê derketiye!

PeyamaKurd- Fermandarê Meclîsa leşkerî yê bajarê Minbicê Xelîl Bozî di derbarê derketina YPGê ya ji Minbicê de, ji çapemeniya Rûsyayê re axivî. Xelîl Bozî wiha got: “Wextê ku ji bo standina Minbicê me operasyon kir, YPGê ji bo alîkariya me hat û bi me re şer kir. Lê belê wextê ku Minbic ji destê IŞÎDê derket, YPG ji bajêr hêzên xwe kişandibûn. YPGê tenê hinek şêwirmendên xwe yên leşkerî hiştibûn ku ew jî leşkerên Meclîsa bajêr perwerde bikin. Van şêwirmendan hêzên me perwerde dikirin. Berî niha bi demeke kin, YPGê îlan kir ku ew şêwirmendên xwe jî ji bajêr kişandine.

Bajarê Minbicê di sala 2012an de ketibû destê Artêşa Azad de, di sala 2014an de IŞÎD ketibû bajêr de û 12 Tebaxa sala 2016an de  Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) bajar ji destê IŞÎDê derxistibûn.