Ji Meclîsa Leskerî ya Minbicê daxuyanî: Hevdîtin berdewam in…
PeyamaKurd – Meclîsa Leşkerî ya Minbicê bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên leşkerî yên hikûmeta Sûriyê derbasî navenda Minbicê nebûne, lê ji bo vekirina saziyên xizmetguzariyê hevdîtin didomin.
Hevserokê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Xêyr Şêxo daxuyakirin ku derbarê ketina hêzên Sûriyê bo Minbicê de, gelek zanyariyên nerast belav dibin û got, “Nûçeyên ku dibêjin, hêzên me û hemû hêzên girêdayî me vekişiyane têne belavkirin. Ev nûçe hemû dûrî rastiyê ne.”
Şêxo got ku niha ti guherîneke leşkerî li Minbicê çênebûye û da zanîn, hêzên wan li navend û derdora bajêr in û hêzên rejîmê jî nevegeriyane bendava Tişrînê.
Hevserokê Meclîsa Leşkerî herwiha daxuyakirin ku heger hikûmeta Sûriyê vegere Minbicê dê sazî û dezgehên xizmetê dest bi karê xwe bikin û got, hevdîtinên bi rêveberiya Sûriyê re berdewam dikin, lê heta niha ew negihîştine lihevkirinekê bi rêveberiya Sûriyê re.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin