Droneke xwekuj a Tirkiyê ji aliyê Hêzên Meclîsa Leskerî ya Minbicê hat xistin
PeyamaKurd – Droneke xwekuj a Tirkiyê, ji aliyê Hêzên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê li eniya rojavayê bajêr hat xistin.
Li gor Navenda Ragihandinê ya Meclîsa Leşkerî ya Minbicê diyar kir, digel gera zêde ya balafirên bêmirov, Hêzên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê droneke xwekuj a artêşa Tirk di saet 06:00ê vê êvarê de li eniya rojavayê Minbic ê gundê Boxaz xist xwarê.
Navendê eşkere kir, dronê mayîn hilgirtibûn û hewl dida armancên diyar hedef bigirta, lê hêzên leşkerî ew xist xwarê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin