Efrîn | Parêzerekî Kurd ji aliyê hêzên artêsa Tirkiyê ve hat girtin

02 September 2021 11:29 0 dîtin
Efrîn | Parêzerekî Kurd ji aliyê hêzên artêsa Tirkiyê ve hat girtin

PeyamaKurd – Li herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê, parêzerekî Kurd ji aliyê hêzên artêşa Tirkiyê ve hat girtin û ber bi cihekî nediyar ve hat birin.

Li gorî zanyariyên ji Desteya Yasayî ya Kurd, êvara Sêşemê, 31ê Tebaxa 2021ê, hêzên artêşa Tirkiyê, li Herêma Efrînê ku di bin kontrola hêzên Tirkiyê û çekdarên girêdayê wê de ne, parêzerê Kurd ê bi navê Mennan Beyrem girt.

Herwiha li gorî zanyariyên heman desteyê, parêzer(Mennan Beyrem, di dema ku li nahiyeya Recoyê bû, ji aliyê hêzên Tirkiyê ve hate girtin û wan ew biriye cihekî nediyar û heta niha çarenivîsa wî ne nayê zanîn.

Parêzer Mennan, tevî zehmetiya jiyanê li Efrînê, nexwest ji wê herêmê derkeve û ew ji xelkê gundê Kêla yê ser bi nahiyeya Bilbilê ye. Xêzandar e û bavê du zarokan e.