Li Kerkûkê 2 welatiyên Kurd ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatin kustin
PeyamaKurd – Li Kerkûkê di encama gulebarana hêzên asayîşê de 2 welatiyên Kurd can dan, xizmên wan dixwazin bûyer bê zelalkirin.
Li gor çavkaniyên xwecihî, şeva borî 2 xortên ku bi motorsîklêtê li navçeya Domîzê diçûn, li xala kontrolê ya 55ê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatin gulebarankirin û her du jî bi giranî birîndar bûn.
Hat zanîn, ciwanên ku anîn nexweşxaneyê tevî hemû mudaxeleyan nekarîn rizgar bikin.
Herwiha hat hînbûn ku yek ji wan ciwanan Hadî Şukur (20) e û li navçeya Kurdistanê ya Kerkûkê niştecih bûye. Malbata wî ciwanî bertek nîşan dan û gotin ku Hadî tevî hevalê xwe ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatiye kuştin.
Xizmên ciwan diyar kirine, heta kiryar neyên girtin wê cenazeyên xwe ji morga tiba edlî negirin.
Xizmê yek ji wan ciwanan ji K24ê re daye zanîn, “Ev her du ciwan esnaf bûn. Kesek di firnê de dixebite. Hêzên asayîşê ji tirsa desteserkirina motorsîkletên wan bêyî ku li bendê bin ji xala kontrolê derbas dibin. Ji paş ve jî guleyan diteqînin û guleyan ji serê xwe direşînin.”
Do danê sibê 2 kesên bi motorsîklêtan li nêzîkî nexweşxaneya Kerkûkê gule berdan polîsekî û di encamê de bi giranî birîndar bû. Piştî bûyerê li gelek taxên Kerkûkê xalên kontrolê hatin danîn û hinek motorsîklet hatin desteserkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin