Hêzên Iraqî li Kerkûkê 70 welatiyên Kurd desteser kirin
PeyamaKurd – Hêzên Iraqî, şeva borî li Kerkûkê dest bi operasyoneke girtinan kir û 70 welatiyên Kurd desteser kirin.
Li gor zanyariyên xwecîhî, derengê şeva borî hêzên ewlehiyên Iraqê zêdetir ji 35 welatiyên Kurd li taxa Şorce û 29 kes jî li taxa Rehîme desteser kirin.
Herwiha zanyarî eşkere dikin, piştî ragihandina encamên hilbijartinan, alîgirên partiyan û bi taybet alîgirên PDKê derketin kolanan û şahiya nîşan dan, hêzên ewlehiyê jî bihaneya wê girtine ku gule hatine avêtin.
Hat destnîşankirin, hêzên ewlehiyê bi otomobîl û zirîpoşan li taxên Kurdan mal bi mal digerin û ciwanên Kurdan desteser dikin.
Li gor zanyariyan, ew operasyona binçavkirinê ji aliyê hêzên Lîwaya 61 a Nivîsgeha Serokwezîrê Iraqê tê kirin û ciwanên di bin 18 saliyê de jî desteser kirine.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin