Hêzên rejîma Îranê 3 welatiyên Kurd girtin
PeyamaKurd – Hêzên rejîma Îranê girtin ser mala 3 welatiyan Kurd û ew girtin.
Hat ragihandin ku do Yekşemê, hêzên îstîxbarat û ewlekariyê yên rejîma Îranê li bajarê Şino ya li Rojhilatê Kurdistanê, êrîşî ser malên sê welatiyên Kurd kirin.
Herwiha hat zanîn, di encamê de sê welatiyên Kurd bi navên Zahêr Moradî, Areş Pîrî û Hîva Mîrzayî bêyî nîşandana tu hincetekê hatine girtin û ew birine cîhekî nediyar.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin