Hêzên rejîma Îranê du ciwanên din ên Kurd revandin
PeyamaKurd – Li Pîranşarê hêzên rejîma Îranê du ciwanên din ên Kurd revandin û çarenivîsa wan ne diyar e.
Li bajarên Rojhilatê Kurdistanê û li bajarên din yên Îranê xwepêşandan didomin û li hember jî hêzên rejîmê berdewam in li ser êrîşên xwe yên li ser xelkê û revandina xelkê.
Li gor hat zanîn, roja Duşemê li bajarê Pîranşarê hêzên îtlaata rejîmê du ciwanên din yên Kurd revandine û heta niha çarenivîsa wan nediyar e.
Hat ragihandin, yek ji wan ciwanan hunermendekî Kurd e bi navê Xalêd Huşiyar û beriya niha ji ber xwendina sirûdeke nîştimanî di dema xwepêşandanan de hatiye revandin û heta niha çarenivîsa wî nediyar e.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin