Hêzên rejîma Îranê du ciwanên Kurd desteser kirin

15 October 2022 14:58 0 dîtin
Hêzên rejîma Îranê du ciwanên Kurd desteser kirin

PeyamaKurd – Hêzên rejîma Îranê li Sinê du ciwanên din ê Kurd desteser kirin û çarenivîsa wan ne diyar e.

Li gor Navenda Mafên Mirova ya Hengawê diyar kir, hemwextî domkirina xwepêşandanên seranserî yên li dijî rejîma Îranê, êrîşên hêzên rejîmê jî yên bo ser xelkê berdewam in.

Herwiha Hengawê da zanîn, li Sineyê hêzên rejîmê du ciwanên Kurd bi tawana beşdarîkirina di xwepêşandanan de desteserkirine û çarenivîsa her du girtiyan ku birayên hev in û temêna wan 15 û 16 sal e, ne diyar e.

Navê birayên girtî Hewram û Alan Husêniye û xelkê bajarê Sineyê ne.