Hêzên rejîma Îranê li Sineyê 3 ciwanên din ên Kurd sehîd xistin

29 October 2022 15:31 0 dîtin
Hêzên rejîma Îranê li Sineyê 3 ciwanên din ên Kurd sehîd xistin

PeyamaKurd – Hêzên rejîma Îranê li Sineyê jî çek li dijî xwepêşanderan bi kar anîn û di encamê de 3 ciwanên din ên Kurd şehîd bûn.

Raperîna Rojhilat û Îranê berdewam e û di vê çarçoveyê de do bi şev li gelek bajarên Rojhilatê Kurdistan û Îranê xwepêşandanên berfireh hatin kirin.

Li gor zanyariyan, di xwepêşandanên do bi şev yên li bajarê Sineyê, çekdarên rejîma Îranê çek li dijî xwepêşanderan bi kar anîn û di encama êrîşa rasterast a çekdarên rejîmê de, 3 ciwanên din ên Kurd şehîd bûn.

Herwiha li Mehabadê jî do bi şev çend welatiyên din hatibûn şehîdkirin û birîndarkirin.