Rejîma Îranê li Sineyê du ciwanên din îdam kir
PeyamaKurd – Rêxistina Mafên Mirovan Hengawê ragihand ku du ciwanên xelkê bajarê Bane ya Rojhilatê Kurdistanê, li girtîgeha bajarê Sine hatin darve kirin.
Hat gotin ku Ebdulwahîd Feyzî û Ramyar Muxlis bi tometa kuştina bi qesdî cezayê darvekirinê li ser wan hatibû dayîn û îro 24ê Nîsanê beyaniyê li girtîgeha navendî ya Sine hatin darve kirin.
Li gorî Hengawê dadgeha rejîma Îranê her du ciwan bi kuştina du kesên bi navên Hêmin Meirûf û Efşîn tawanbar kiribû.
Di nava hefteyeke de ji bajar û navçeyên Seqiz, Bane, Dêwlan û Şabadê 6 kes têne bidarvekirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin