Rejîma Îranê girtiya siyasî ya Kurd Werîse Miradî mehkûmî îdamê kir

11 November 2024 14:05 0 dîtin
Rejîma Îranê girtiya siyasî ya Kurd Werîse Miradî mehkûmî îdamê kir

PeyamaKurd – Çalakvana siyasî, parêzvana mafên jinan û endama (Civaka Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê) Werîşe Miradî bi tometa “xiyanetê “ji aliyê dezgeha dadweriya Komara Îslamî ya Îranê ve mehkûmî îdamê hatiye kirin. Wê, herî dawî ji bo şermezarkirina cezayê îdamê yê yê li dijî girtiyan 20 rojan dest bi greva birçîbûnê kiribû.

Li gorî nûçeyeke ku gihîştiye ber destêm Rêxistina Mafê Mirov a Hengawê, Werîşe Miradî, girtiya siyasî ya kurd ya ji Sineya Rojhilatê Kurdistanê, bi tometa “xiyanetê”, ji aliyê şaxê 15em ê Dadgeha Şoreşê ya Tehranê ve mehkûmî cezayê miebetê hatibû kirin, îcar mehkûmî îdamê hatiye kirin. Cezayê îdamê, di meha cotmehê de bi awayekî fermî jê re hatiye ragihandin.

Danişîna dawî ya Werîşe Miradiyê di 14ê îlona îsal (2024) de hatiye dîtin. Di danişîna 1em (27ê hezîrana 2024an) û di ya 2yem de, ew maf ji parêzerên wê re nehatiye naskirin ku dosyeya wê bixwînin û her weha maf ji Werîşe Miradiyê re nehatiye naskirin ku parastina xwe jî bike.

Roja 10ê cotmeha 2024an ku roja cîhanî ya li dijî cezayê îdamê ye, Werîşe Miradiyê bi armanca şermezarkirina cezayê îdamê û îdama girtiyan a bi destê rejîma îslamî ya Îranê ve, 20 rojan dest bi gireva birçîbûnê kiibû.

Hengaw bi bîr dixe ku ji dosyeyeke din, vê girtiya siyasî ya kurd tevî 4 çalakvanên din ên siyasî, ji aliyê dadgeha tawanan a Komela Dadwerî ya Qudsê ya Tehranê bi serokatiya dadwer Ebulfezl Amirî Şehrabî, mehkûmî 6 mehên zîndanê hatiye kirin.

5ê sibata 2013yan, piştî 5 mehên binçavkirinê, tevî êşkenceyên giran ku di encamê de xwîn çûye ser mejiyê wê û bêhiş ketiye, ew ji bo hucreya jinan a yekkesî ya Wezareta Îstixbaratê hatiye veguhestin ku weke benda 209ê ya Girtîgeha Evînê ya Tehranê jî tê naskirin.