Rejîma Îranê girtiyekî Kurd ê siyasî bidarve kir

10 June 2020 15:46 0 dîtin
Rejîma Îranê girtiyekî Kurd ê siyasî bidarve kir

PeyamaKurd - Encûmena Parastina Mafên Mirovan li Rojhilatê Kurdistanê ragihand, hêzên ewlekariyê yên Îranê ji malbata girtiyê siyasî yê Kurd Hîdayet Ebdullapûr re gotine ku kurê wan hatiye darvekirin.

Hîdayet Ebdullapûr meha Îlona 2017an ji aliyê Dadgeha Şoreşê ya Urmiyê ve bi tohmeta hevkariya bi partiyeke Kurd re û beşdariya şerê gundê Fereseqel ê Şino di navbera Hêzên Pêşmerge û Supaya Pasdarên Îranê de, bi cezayê darvekirinê hatibû sizadan.

Biryara darvekirina Hîdayet Ebdullapûr roja 8ê Cotmeha 2018an ji aliyê Liqa 47 a Encûmena Bilind a Îranê ve hatibû pesendkirin û ji parêzer û malbata wî re hatibû gotin.

Hîdayet Ebdullapûr ku bavê du zarokan e, beriya niha ji Girtîgeha Urmiyê bo cihekî nediyar hatibû veguhestin û niha jî nayê zanîn bê biryara darvekirina wî li ku derê û kengî hatiye bicihkirin.