Rejîma Îranê 2 girtiyên siyasî yên Kurd ji ber sûcekî nekirine îdam kir
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku rejîma Îranê du girtiyên siyasî yên Kurd Sebîr Şêxzade û Diyako Resûlzade piştî ku ew şevê din birine hucreyên yekkesî yên girtîgeha Ûrmiyê vê sibehê ew bidar vekirine.
Sebir Şêxzade û Diyako Resûlzade di Adara 2014an de ji aliyê hêzên Îtlaeta Îranê ve li Mehabadê hatibûn girtin.
Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî (Amnesty International) doh bi daxuyaniyekê ji rayedarên Îranê xwestibû ku cezayê darvekirina van her du girtiyan rawestîne.
Rêxistina Mafê Mirovan a Îranê jî ragihand ku berî ku ev her du girtî werin darvekirin, nehiştine malbat û xizmên xwe bibînin û diyar kir: “Sebîr û Diyako bi dar ve kirin ku hem di dema lêpirsînê de, hem jî di dema meşandina dadgehê de, ev cezayê xistine stûyê wan, red kirine.”
Li gorî agahiyên Rêxistina Mafên Mirovan hîn cezaneyên her du girtiyan radestî malbatên wan nehatine kirin.
Herdu girtiyên Kurd ji teqîneke 9ê Gulana 201an a li Mehabedê dihatin dadgehkirin ku ti pêwendiya wan pê nebû. Herwiha fermandarê hêzên pasdarên Îranê Mihemed Pakpûr jî 22yê Îlona 2010an bi daxuyaniyekê ragihandibû ku wan kesê teqîn pêk aniye kuştiye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin