Rejîma Îranê 4 girtiyên siyasî yên Kurd îdam kir

29 January 2024 10:22 0 dîtin
Rejîma Îranê 4 girtiyên siyasî yên Kurd îdam kir

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku îro 29ê Çile danê sibehê, li girtîgeha bajarê Qerej a Xezelhesarê 4 girtiyên Kurd ên siyasî hatin darvekirin.

Rêxistina Mafên Mirovan Hengawê ragihandin, girtiyên Kurd ên bi navên Mohsen Mezlûm, Muhamed Faramarzî, Wefa Azerbar û Pejman Fatehî îro sibehê hatin îdamkirin.

Her çar girtiyên siyasî yên Kurd roja Sêşemê bo bên înfazkirin ji girtîgeha Evîn bo girtîgeha Hesarê hatibûn veguhestin û cara dawî bi malbatên xwe re hevdîtin kiribûn.

Hêjayî gotinê ye, rejîma Îranê di demên dawî de, rojane girtiyên Kurd îdam dike. Ji bo her çar girtiyên Kurd neyên îdamkirin çend roj in kampanye hatibûn destpêkirin lê dîsa jî cezayê wan ê nerewa hate sepandin.

Li gorî Hengawê her çar girtiyên Kurd beriya cezayê wan bê înfazkirin rastî tehde û îşkenceyên hêzên îranê hatine.