Hêzên Iraqê ji taxên Kerkûkê yên Kurdan vekisiyan
PeyamaKurd – Hate ragihandin ku hêzên leşkerî yên Iraqê ku piştî bûyerên şehîdkirina 4 welatiyên Kurd taxên Kurdan ên Kerkûkê dorpêç kiribûn, wesayîtên xwe vekişandin.
Cîgirê Serokê Parlamentoya Iraqê Şaxewan Ebdulah piştrast kir ku li Kerkûkê jiyan gav bi gav asayî dibe û diyar kir, ketin û derketina bajêr jî asayî bûye.
Şaxewan Ebdulah got, di qonaxa yekem de wesayîtên leşkerî yên ku taxên Kurdan dorpêç kiribûn vekişiyane, ji bo kesên ku gule li xwepêşanderên Kurd reşandine bên tespîtkirin û pêvajoya darizandinê dest pê bike dê komîsyonek li Kerkûkê lêkolînan bike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin