Hêzên Iraqê ji her du taxên Kurdan ên Kerkûkê vekisiyan

13 October 2021 17:17 0 dîtin
Hêzên Iraqê ji her du taxên Kurdan ên Kerkûkê vekisiyan

PeyamaKurd - Piştî pêwendiya telefonî ya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ya ligel Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî ku biryara berdana kesên hatibûn girtin hat dayîn, hêzên cuda cuda yên Kerkûkê li taxên Şorîce û Penca Elî yên Kerkûkê belav bûbûn jî vekişiyan.

Li ser rewşa piştî hilbijartinan a li Kerkûkê ofîsa serokê hikûmeta herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand ku îro serokê hikûmeta herêma Kurdistanê û serokwezîrê Iraq a federal pêwendiyekî telefonî encam dane û guftûgo derbarê rewşa Kerkûkê de hatiye kirin ku piştî serkeftina proseya helbijartinê, ji aliyê hin kesan ve bi armanca têkdana serkeftina proseya dengdanê hewl hatiye dayîn têkdan û binpê kirinan pêk bînin.

Piştî pêwendiya telefonî ya Serokwezîr Mesrûr Barzanî, Mistefa Kazimî biryara azadkirina wan girtiyên ku şeva borî hatibûn binçavkirin derxist û piştre jî li gorî zanyariyên dawî, hêzên leşkerî ji herdu taxên Şorîce û Penca Elî yên Kurd vekişiyan.

Rêveberê binkeyê polîsê Domîz ê bajarê Kerkûkê Eqîd Yusif Salih berî niha ragihandibû ku 200 Hummer û otomobîlên leşkerî li taxên Şorîce belav bûne û beşek ji dikanên hemwelatiyan daxistine.

Biryara berdana girtiyên Kerkûkê piştî telefona Mesrûr Barzanî ya bo Kazimî hat dayîn