7 welatiyên Basûrê Kurdistanê ji aliyê hêzên Îranê ve hatin girtin

16 May 2022 19:39 0 dîtin
7 welatiyên Basûrê Kurdistanê ji aliyê hêzên Îranê ve hatin girtin

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku hêzên Îranê 7 welatiyên Başûrê Kurdistanê yên ji bo berhevkirina giyayên biharê çûbûn çiyayên gundê Kaskanê yê li devera Raperîn a Silêmaniyê girtin.

Li gorî zanyariyan, doh 15ê Gulanê êvarê hejmarek welatiyên Başûrê Kurdistanê li çiyayên gundê Kaskan ê devera Raperînê ji bo berhevkirina giyayên biharê çûne deverên sînorî, lê hêzên pasevanên sînor ên Îranê gule berdane wan û hejmarek ji wan jî girtine.

Hat zanîn ku yek ji wan kesan ji ber ku reviyaye, ketiye erdê û lingê wî ji du cihan ve şikestiye 7 kesên din jî ji aliyê hêzên Îranê ve hatine girtin.

Rêveberiya nehiyeya Sengeser, ji bo azadkirina wan kesan, ligel Konsulxaneya Îranê ketiye nav hewldanê ku li gorî zanyariyan gelek caran bûyerên bi vî awayî li wan herêmên sînorê Rojhilatê Kurdistanê rû didin.

Herwiha 12ê Gulanê jî hêzên Îranê li heman sînorî bi guleyan welatiyek birîndar kiribûn.