Kolberekî kurd ji aliyê hêzên Tirkiyê ve hat kustin
PeyamaKurd - Kolberekî kurd yê Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê hêzên Tirkiyê ve hat kuştin.
Li gorî nûçeya Hengawê fuh na pêr (19 vê mehê) li devera Boralan ya bajarê Makû yê Rojhilatê Kurdistanê, komek kolberên kurd rastî êrişa hêzên Tirkiyê hatibûn. Di wê êrişê kolberekî kurd bi navê Xalis Hemîdzade birîndar bibû.
Li gorî agahiyan, Xalis biribûn nexweşxaneya bajarê Erzirom yê Tirkiyê lê wî kolberê kurd duhî canê xwe ji dest da.
Tê gotin ku hêzên Tirkiyê piştî birîndarkirinê li wî jî dabûn. Xalis Hemîdzade (22 salî) xelkê gundê Balole yê Makûyê bû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin