Kolberekî Kurd ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hat kustin
PeyamaKurd – Kolberekî Kurd ê ji bajarê Selas a Bawecanî ya Kirmaşan a Rojhilatê Kurdistanê, ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hat kuştin.
Li gor zanyariyan, do Înê dema hejmareke kolber ji sînorê Şêx Sile re derbas dibûn, Hêzên Îranê gule bera wan dan û kolberê bi navê Mihemed Nadirî yê 18 salî ku xelkê Selas a Bawecaniyê ye can da.
Herwiha hat ragihandin, di dema vegera ji Başûrê Kurdistanê de, gule bera kolberan dane.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin