Hêzên leskerî yên rejîma Îranê kolberekî Kurd birîndar kirin

01 September 2022 09:59 0 dîtin
Hêzên leskerî yên rejîma Îranê kolberekî Kurd birîndar kirin

PeyamaKurd – Hêzên leşkerî yên rejîma Îranê, kolberekî Kurd ê bi navê “Ce`ifer Xizûm” temen 33 salî li ser sînorê “Nukan” a girêdayî bajarê Serdeştê birîndar kirin.

Li gor zanyariyan, roja Sêşemê hêzên leşkerî bêyî wî agahdar bikin, ji nêzîk ve ew kolberê Kurd dane ber guleya rasterast.

Herwiha ragihandin ku ew kolberê Kurd ji aliyê navteng û pişta xwe ve birîndar bûye û ji bo tedawiyên pizîşkî ew şandine navenda dermanî ya bajarê Serdeştê.

Hat zanîn, ew kolber xelkê gundê “Kanîzer” ya girêdayî bajarê Serdeştê ye û navbirî xîzandar û bavê zarokekê ye.